10 penaber di çemê Drinayê de xeniqîn
Keştiyeke penaberan ku dixwestçemê Drina yê di navbera Sirbistan û Bosna Hersekê de derbas bike, noqî avê bû û di encamê de 10 penaberan jiyana xwe ji dest da.
Wezîrê karên hundir ê Sirbistanê Ivica Daciç ragihand ku keştiyeke penaberan ku dixwest çemê Drina yê di navbera Sirbistan û Bosna Hersekê de derbas bike, noqî avê bû.
Daciç da zanîn ku dayikek û zaroka wê jî di nav de, 10 penaberên di keştiyê de jiyana xwe ji dest daye.
Rayedaran diyar kir ku 3 jê zarok 18 penaber bi awayekî ewle derbasî sînorê Bosnayê kirine, lê fikar hene ku hejmara windahiyan zêdetir bibe.