Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeê di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanî′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de li kêlek şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê meşek li dar xist.

Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist
11 mijdar, 2023   23:14
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi piştgiriya pêngava cîhanî ya ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de her wiha ji bo şermezarkirina êrişa li dijî navenda ciwanan a Minbicê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ciwanan Helebê meşek li dar xist. 

Meş ji pêş qada 7 Şehîdan a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dest pê kir. Beşdaran di meşê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Li pêş Parka Rojbûna Azadiyê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê meş vegerî mîtîngê û li wir endama koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û got ew ciwanên şoreşger piştgiriyê didin pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Oalan û dê der barê vê yekê her tiştê ji destê wan tê bikin.

Hêva got ciwanên şoreşger rêgeza parastina destkeftiyên bi fedakariya şehîdan, fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi dest ketine, pêk tînin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û soza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)