Li Qeşm û tengava Hurmuzê teqîn: DYA’yê êriş da destpêkirin

Li girava Qeşm, tengava Hurmuzê û bajarên Konarak û Çabaharê dengê teqînan hatin bihîstin. Fermandariya Navendî ya DYA‘yê destpêkirina êrişan li dijî hedefên artêşa Pasdarên Îranê ragihand.

Li Qeşm û tengava Hurmuzê teqîn: DYA’yê êriş da destpêkirin
1 îlon, 2026   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Îranê îşev ragihand li gundê Mesenê yê girava Qeşmê dengê 5 teqînan û li herêma tengava Hurmuzê jî dengê 4 teqînan hatin bihîstin.

 Ajansa Nûçeyan a Fars destnîşan kir ku li bajarên Konarak û Çabaharê yên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ya li başûrê rojhilatê Îranê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Li gorî malpera Axios ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî amerîkî, hêzên hewayî yên amerîkî li hedefên Îranê yên nêzîkî tengava Hurmuzê didin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destpêkirina êrişan li ser hedefên artêşa Pasdaran ragihand. Fermandariyê diyar kir ku operasyon wekî bersivek li hemberî êrişên vê dawiyê yên li ser tevgera li tengava Hurmuzê û hedefkirina leşkerên Amerîka yên li herêmê hatiye ragihandin.

(bb)