Festîvala Strana Neteweyî platforma hevgirtinê ye

Di Festîvala Strana Neteweyî ya 2'yemîn a li kantona Tebqayê hat lidarxistin de hevgirtina di navbera şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, cihêrengî û aîdiyeta neteweyî ya axê hat nîşandan.

5 ÇILE, 2026   17:50
TEBQA

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê Festîvala Strana Neteweyî ya 2'yemîn bi navê "Ji bo te em distirên" li dar xist. Di festîvalê de komên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hunermendên kantonên Tebqa, Reqa û Cizîrê beşdar bûn.

Festîval li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amadebûna şandeyên ji Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Navenda Çand û Hunerê ya kantona Reqayê û şêniyan, hat organîzekirin.

Bi deqeyeke rêzgirtinê festîvalê dest pê kir, dûre cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Semîra Hebeş bal kişand ser girîngiya festîvalê û diyar kir ku: "Lehengên me yên dilsoz ên QSD'ê û hêzên ewlekariyê ji bo ewlehiya welêt li sînorên wî disekinin. Ew bi jiyana xwe destanên lehengî û qehremaniyê dinivîsînin, ên din jî bi awazan destanên bedewî û hêviyê dinivîsînin."

Semîra Hebeş wiha domand: "Armanc ji vê festîvalê xurtkirina zanabûna niştîmanî bi rêya zimanê hunerê ye. Ew derfetek e ji bo pêkanîna nirxên yekitî û fedakariyê di wijdanê civakê de ye. Ev boneyek e ku hunera resen şirîkê avakirina welat, şahidê fedakariyên zarokên wê û rêbaza mîrasê ji bo nifşên bê ye."

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Tebqayê Elî El Elaya jî bi xêrhatina mêvan û komên beşdar kir û diyar kir ku stran û huner peyamek e ku girêdana mirov bi xakê û nirxên civaka xwe ve nîşan dide.

Piştre komên QSD'ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin, Trafîk, Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbirê, Hêzên Operasyonan û Malbatên Şehîdan hunerên xwe pêşkêş kirin. Koman lehengî û fedakariyên QSDˊê nîşan da. Hat diyarkirin ku şênî û hêzên wan di oxira parastina xakê û destkeftiyên şehîdan de hevgirtî ne.

Koma Duret El Furat û hunermend Hojîn, Telhet Hesen û Sîpan stranên niştîmanî pêşkêş kirin.

Di dawiya festîvalê de Meclisa Rêveber a kantonê, Desteya Çand û Hunerê ya kantonê kom û hunermendên beşdar xelat kirin.

(mh/fr)

ANHA