Sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Tertûsê hat girtin

Komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Sûriyeyê û Diyasporayê Şêx Asif Muhena li bajarê Tertûsê girt.

Sekreterê Meclisa Bilind a Elewî li Tertûsê hat girtin
5 ÇILE, 2026   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji bajarê Tertûsê ragihand ku komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz sekreterê Meclisa Bilidn a Elewî li Sûriyeyê û Diyasporayê Şêx Asif Muhena li Tertûsê, bêyî tu tohmetan, girt.

Nûçegihan anî ziman ku hemwextî girtina hejmarek mezin ji şêniyên tev li xwepêşandanên li peravê û hundirê Sûriyeyê yên hefteya borî bûne, Şêx Asif Muhena jî bi heman mijarê hat girtin.

(fr)