Serokê Kolombiyayê li dijî gefên Trump soza da ku "dîsa çekê rake"

Serokê Kolombiyayê li dijî gefên serokê Amerîkayê soz da ku "dîsa çekê rake ".

Serokê Kolombiyayê li dijî gefên Trump soza da ku "dîsa çekê rake"
5 ÇILE, 2026   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro, piştî girtina serokê Venezuelayê di operasyoneke leşkerî ya Amerîkayê de, li hember gefên serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku "dîsa çekê rake".

Petro yê ku berê endamê komeke çekdar bû, ji hêla Trump ve di mehên dawî de heqaret lê hat kirin û gef lê hatin xwarin, li ser platforma xwe ya Xˊê got, "Min sond xwaribû ku çekê ranekim, lê ji bo welat, ez ê dîsa çekê rakim."

Trum di dawiya hefteya borî de hişyarî dabû Petro ku "hişyar be" û ew bi "zilamekî nexweş, bi çêkirina kokayînê û firotina ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kêfxweş dibe," wesif kiribû.

(fr)