Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû

Festîvala Melodiyên Payîzê bi awaz û strana koma "Yekpar" bi dawî bû.

Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû
Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû
Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû
Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû
Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû
Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû
Festîvala Melodiyên Payîzê bi dawî bû
23 mijdar, 2024   20:44
QAMIŞLO

Navenda Yekpar a Çand û Hunerê di 20ˋê Mijdarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo Festîvala 3ˋyemîn a Melodiyên Payîzê li dar xist. Festîval ji bo geşepêdana behreyên zarokan û pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û civakî hat organîzekirin.

Bi beşdariya şênî, endamên saziyên sivîl, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, hezvanên mûzîkê û çandê çalakiyên îro yên festîvalê bi dawî bûn.

Di roja dawî ya festîvalê de koma Yekpar komek stran pêşkêş kirin. Her wiha Rêveberiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ku 3 rojan girse pêşwaz kiriye, hat xelatkirin.

Di dirêjahiya 3 rojan a festîvalê de şano, wêje, helbest û pêşangeheke zarokan bi 56 tabloyan, stranên folklorîk ên Kurdî hatin pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA