Serkirde û 2 çekdarên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş pêk anîne hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kantona Dêrazorê serkirdeyk û 2 çekdarên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê ku di demên berê de hêzên ewlehiyê hedef girtibûn, girtin.

Serkirde û 2 çekdarên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş pêk anîne hatin girtin
23 mijdar, 2024   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya çend kêliyan li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên HATˋê li kantona Dêrazorê operasyoneke pêk anî, di encamê de serkirde û 2 çekdarên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê hatin girtin.

der barê hûrgiliyên operasyonê de navendê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên (HAT) bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Giştî duh li bakurê Dêrazorê operasyoneke taybet pêk anî. Di encamê de, ji wan serkirdeyê bi navê Ebû Mişel El Bûkêrî 2 endamên komên çekdar ên bi piştgirî û fînansekirina rejîma Sûriyeyê girtin.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku çekdarên hatine girtin, li dijî hêzên ewlehiyê êriş pêk anîne, her wiha alozî derxistine û çek li dijî herêmê bi kar anîne. Çekdarên hatine girtin, di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de ber bi herêmên di bin kontrola rejîmê de reviyabûn, dûre ji bo pêkanîna êrişên çekdarî ku gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwin, derbasî herêmê bûn.

Hêzên me yên ewlehiyê diyar kir ku dema wan bi awayekî nepenî serdana malbatên xwe dikir, di operasyonekê de hatin girtin. Niha lêpirsînên destpêkê bi wan re tên kirin, da ku wan piştre rakin dadgehê ku ceza li wan were birîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêmê di hefteya borî de 2 teqîn pêk hatin. Ya yekemîn erebeyek sivîl û ya duyemîn jî erebeyek leşkerî. Di encama wan her du teqînan de şehîd û birîndar çêbûn."

(fr)