Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin

Li kantona Dêrazorê Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin.

Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
Festîvala Hingiv a 2’yemîn hat lidarxistin
16 îlon, 2025   15:17
DÊRAZOR

Yekitiya Cotkaran û Komeleya Xwediyên Mêşên Hingiv a kantona Dêrazorê Festîvala Hingiv a 2’yemîn li dar xist. Festîval bi armanca geşkirina pîşeya mêşvaniyê û zêdekirina hingivê xwezayî tê lidarxistin.

Festîval li Parka Ewafî ya bajarê Hecînê bi amadebûna girseyeke mezin a şêniyên kantonê, rûspiyên eşîran, nûnerên meclisên xwecih û saziyên Rêveberiya Xweser pêk hat.

10 mêşvanan ku 3 jê jin in, berhemên xwe pêşandan.

Serokê Komeleya Xwediyên Mêşên Hingiv a Kantona Dêrazorê Ebûd El Îsa di festîvalê de axivî. El Îsa girîngiya pêşxistina pîşeya mêşvaniyê vegot û li ser fêdeyên hingivên xwezayî û cureyên wê axivî.

Ebûd El Îsa spasiya şêniyên herêmê û rêxistinên xwecih ên ku destekê didin vê pêşiyê û bûne sedema lidarxistina vê çalakiyê, kir.

El Îsa di dewama axaftina xwe de ji bo zêdebûna hingivê xwecih ê xwezayê jî, girîngiya parastina jîngehê, zêdekirina çandina daran û pêşxistina aboriya herêmê vegot.

(bb)

ANHA