Li Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî 

Bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, xelkê bajarê wê Seqizê çalakiya greva giştî li dar xist û deriyên dikanên xwe venekirin.

Li Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî 
16 îlon, 2025   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 3’yemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî, li bajarê wê Seqizê greva giştî hat ragihandin û tu esnafan îro deriyên dikanên xwe venekirin. Hêzên rejîmê, yek bi yek li esnafan geriyan û ji bo vekirina dikanan gef xwarin. Li seranserî bajar jî hejmara leşker û hêzên din ên rejîmê hate zêdekirin. Hat zanîn ku hêzên ewlekariyê dewriyeyên xwe zêde kirin.