Ruspiyên Helebê bersiva nameya Rêbar Apo da: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Meclis û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji şêx û rûspiyên Sûriyeyê re silav kir û daxwaza hevdîtina wî kir.

Ruspiyên Helebê bersiva nameya Rêbar Apo da: Em dixwazin biçin Îmraliyê
16 îlon, 2025   14:32
HELEB

Meclis û rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi daxuyaniyekê nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji şêx û rûspiyên eşîrên Sûriyeyê re şandibû, silav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew piştgiriya pêngava aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan serkêşiya wê dike, dikin. 

Beriya daxuyanî were xwendin, endamê Meclîsa Eşîran Mihemed Beko nameya Rêber Abdullah Ocalan şandibû xwend. Paşê şêxê eşîra Dîdan a Beraziyan Ehmed Sadiq Heyder Axa daxuyaniya meclIsê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Helebê ne. Me nameya Rêber Abdullah Ocalan xwend. Me naveroka wê jî baş xwend û lêkolîn kir. Me hezkirin û aştiya em jê fêrî bûne tê de dît. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî her dem erênî ye. Îro me nameya erênî careke din dubare tê de dît. Banga parastina ewlekariya gelerî dike. Banga avakirina Sûriyaya demokratîk a pireng û ne navendî dike. Sûriyaya karibe gelê xwe bi hemû mezheb, netewe, ol û eşîran biparêze.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku naveroka nameya Rêber Abdullah Ocalan li gorî daxwaza gelê Sûriyê ye û wiha hate domandin: “Em bawer dikin ku ev name nûnertiya daxwaza gelê Sûriyeyê dike. Mafê hemû pêkhateyan diparêze. Em jî beşekî wê ne. Em ê tekoşîna xwe bi hemû aliyan re bidomînin, da aştiya gelerî pêk were û Sûriyaya demokratîk ava bibe. Di serî de jî dê hevkariya me bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re pêk were. Ji ber ew e hêza ku hêviyên rastîn ên gelê Sûriyeyê pêk tîne. Hemû pêkhateyên wê kiriye yek.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ev soz hate dayîn: “Em soz didin em ê bi hemû hêza xwe biratiya gelan û jiyana hevbeş a li dûrî nijatperestî û cûdahiyên mezhebî û olî, biparêzin. Em ji Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re redigihînin ku em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.”

(dc)

ANHA