Bi dîmen… Ajokarekî Şaredariya Hesekê mazotê difiroşe firoşkaran

Di dîmenekê de aşkera bû ku ajokarekî Şaredariya Hesekê mazota wesayîtên şaredariyê difiroşe firoşkarekî, di demekê de ku xizmetên şaredariyê ji ber kêmbûna mazotê lawaz bûne.

Bi dîmen… Ajokarekî Şaredariya Hesekê mazotê difiroşe firoşkaran
29 tîrmeh, 2026   14:21
HESEKÊ

Ajansa me vîdeoyek bi dest xist ku ajokarekî wesayîteke Şaredariya Hesekê mazota ku ji traktoreke şaredariyê re hatiye veqetandin, difiroşe firoşkarekî kolanan û beramberî wê pereyan distîne.

Firoşkarekî li Hesekê ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji ajansa me re diyar kir ku kirîna mazotê ji hin wesayîtên şaredariyê rojane çêdibe û ajokarên karmendên şaredariyê li gorî mezinahiya wesayîtê her carê ji 10 heta 40 lîtreyan difiroşin.

Şaredariya Hesekê, piştî nirxandina vîdeoyê, bêyî ku daxuyaniyeke fermî bide, ji ajansa me re piştrast kir ku kesê di vîdeoyê de bi rastî ajokar e ku ji hêla şaredariyê ve tê xebitandin. Her wiha diyar kir ku rêveberî dê tedbîrên qanûnî û îdarî li dijî wî bigire.

(k)

ANHA