Wê sibe Şandeya Îmralî û Erdogan saet 17.30’an li hev bicivin

Saeta hevdîtina Şandeya Îmraliyê û serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan roja pêncşemê diyar bû.

Wê sibe Şandeya Îmralî û Erdogan saet 17.30’an li hev bicivin
29 cotmeh, 2025   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, dê sibe bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. Saeta hevdîtinê diyar bû.

Şande dê sibe saet di 17.30’an de li Qesra Serokkomariyê (Beştepe) bi Erdogan re bicive.