Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye

Festîvala Çand û Kulturê ya 5ˈemîn a Girê Spî wê dawiya vê mehê (Cotmeh) li bajarê Eyn Îsayê were lidarxistin.

Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye
Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye
Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye
Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye
Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye
Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye
Festîvala Çand û Kulturê ya Girê Spî dawiya vê mehê ye
22 cotmeh, 2024   07:10
EYN ÎSA

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Girê Spî ya kantona Firatê, amadekariyên lidarxistina Festîvala Çand û Kulturê ya 5`emîn a Girê Spî dike.  Festîval wê bi dirûşma "Çanda me nasnameya gelê me ye" dawiya vê mehê ( Cotmehê) li bajarê Eyn Îsayê were lidarxistin.

Li gorî komîteya amadekar, ji Kobanê, Tebqa, Reqa, Girê Spî dê komên govend û stranên gelêrî yên Kurd, Ereb, Ermen beşdarî festîvalê bibin.

Endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Bajarê Girê Spî Îbrahîm El Îsa der barê amadekariyên festîvalê de ev agahî dan: "Em di qonaxên dawîn ên amadekariyê de ne. îhtimal heye festîval dawiya hefteya bê dest pê bike. Komên beşdar perwerdeyên xwe didomînin. "

Festîvala Çand û Kulturê ya yekemîn a Girê Spî di Tebaxa 2017ˈan de li bajarê Girê Spî hatibû lidarxistin. Di sala 2018ˈan de festîvala duyemîn jî li heman bajarî hat lidarxistin. Piştî dagirkirina Girê Spî ji aliyê dewleat Tirk û çeteyên wê ve di 2019ˈan de, festîvalên sêyemîn û çaremîn li bajarê Eyn Îsayê hatin lidarxistin.

(şx)

ANHA