Bangewaziyên tevlêbûna jinan di çareseriya aloziya Sûriyeyê de

Jinên beşdarî Foruma Diyalogê ya jinên Sûriyeyî bûn tekez kirin ku hevgirtina jinan di bin pergala neteweya demokratîk de wê bibe rêya çareseriya krîzên Sûriyeyê û bang li jinan kirin ku ji nakokiyan dûr kevin  û cihê xwe di hewldanên çareseriya siyasî de bigirin.

Bangewaziyên tevlêbûna jinan di çareseriya aloziya Sûriyeyê de
22 cotmeh, 2024   05:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO     

Di navbera 18-19’ê Cotmehê de Nivîsgeha Jinan a MSDˈê ve bi dirûşma "Yekitiya jinên Sûriyeyî mîsogeriya çareserî û pêkanîna aştiya li Sûriyeyê ye" li bajarê Helebê Foruma Diyalogê ya Jinên Sûriyeyî li dar xist.

Jinên ku tevlê furumê bûn behsa berpirsyariyên ku dikevin ser milên jinan ji bo ku aloziya li welêt çareser bibe û rola jinan di dîtina çareseriyekê de nirxandin.

Endazyar û rojnamevan Nadya Toma balkişand li ser aloziya Sûriyeyê û got: "Heta Sûriye ji vê çiravê derkeve, pêwîstiya wê bi hewldanên mezin heye. Di vê aloziyê de berpirsyariya jinan girîng e Ji ber ku herî zêde jin û zarokan di şeran de zerarê dibînin û rûbirûyî îşkence û danûstandina xirab man. Ji ber wê, ev êş dê bi destê jinan bi dawî bibe."

Nadya diyar kir ku ji bo ev armanc pêk were, divê jin di aliyê hişmendî û rêxistinbûyî de pêşketî bin û wiha domand "Ji bo ku welat aram bibe, divê xebatên vê armancê pêk tînin, zêde bibin. Divê jin tev li nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê bibin da ku mafên xwe diparêzin."

Endazyar û rojnamevan Nadya Toma balkişand ser girîngiya yekitiya jinan jî û wiha bi lêv kir: "Em dikarin bi yekitiya xwe aştiyê bi dest bixin. Vegerandina aramiyê li Sûriyeyê bi yekitiya jinan ve girêdayî ye. Jin tenê dikare welêt komî ser hev bike."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel girîngiya lidarxistina civîn, komxebat û panelên têkildarî çareserkirina aloziya Sûriyeyê, rola jinan di dîtina çareseriyê de destnîşan kir.

Şehnaz destnîşan kir ku modela çareseriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, aloziya jinên sûriyeyî bi dawî kirin û di vê pergalê de rêjeya tevlêbûna jinan di rêveberiyê de ji sedî 50 derbas kiriye û êdî jin li tevahî qadên siyasî, civakî, çandî û leşkerî de bûye pêşeng.

Şehnaz diyar kir ku her civînek jin lê tune be "ne serkeftî" ye û got: "Jin li Dêrazorê bi saya Rêveberiya Xweser xwedî hişmendiyeke siyasî ye. Jin baş dizane çi li dora wê diqewime. Hewl dide destkeftiyên civaka xwe biparêze. Ev îsbat dike ku jin dikare pêvajoyê bi rêve bibe û aloziyê çareser bike."

Endama Meclisa Rêveber a Yekitiya Jinên Suryan Îlham Mitlî jî destnîşan kir ku heke jin tev li xebatên çareseriyê bibin hingî aloziya li Sûriyeyê bi dawî dibe.

Îlham di dawiyê de got: "Jin, dikare bi hêz, hişmendî û rêxistinbûyîna xwe hebûna xwe biparêze. Ji bo ku tev li xebatên çareserkirina aloziya li welêt bibin, divê tev li nivîsandina destûrê bibin. Heke rola jinan di vî warî de hate paşguhkirin, alozî dê berdewam bike."

(şx)

ANHA