Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin

Di çarçoveya hemleya Heyva Sor a Kurd de, şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberê ku ji Lubnanê hatine, dest bi komkirina alîkariyan kir.

Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
Şêniyên Çilaxa û Dêrikê ji bo koçberên Lubnanê alîkarî kom kirin
6 cotmeh, 2024   17:06

Ji bo hêsankirina gihîştina welatiyên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê li Lubnanê ji wir koçber bûne û peydakirina wargehan ji wan re, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Maseya Krîzê ji bo wan ava kir.

Her wiha Heyva Sor a Kurd jî hemleya komkirina alîkariyan li dar xist.

Girêdayî wê şêniyên Çilaxa ji saetên sibehê de berê xwe da konê komkirina alîkariyan a Heyva Sor da ku alîkariyan bidin. Her wiha şêniyên Dêrikê berê xwe da konê Heyva Sor a li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan.

 Herdu kon ê rojane ji saet 9'ê sibehê hera 4'ê êvarê heta 20'ê Cotmehê alîkariyan wergirin.

(mh)

ANHA

Dêrik

çil axa