Fermandarekî Hemasê hat kuştin

Tevgera Hemasê ragihand ku fermandarê wê leşkerî Seîd Etallah tevî 3 endamên malbata xwe re hatime kuştin.

Fermandarekî Hemasê hat kuştin
5 cotmeh, 2024   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê ragihand ku di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li kampa Bedewî ya penaberên Filistînê ya li devera Terablusêya li bakurê  Lubnanê de fermandarê wê yê Seîd Etallah Elî tevî 3 ferdên malbata xwe hatine kuştin.

Hemasê bi daxuyaniyekê ev agahî ragihand û got: "Tabûra El Qesam destnîşan kir ku wê bersivên pêş bi kirinê bidin û dê Îsraîl berdêla biryarên xwe yên sûcdar ên li dijî gelê me yê sivîl û cîhadiyên me bide."

Kanala El Cedîd a Lubnanê bi bîr xist ku balafireke bêmirov a Îsraîlê avahiyeke nêzî mizgefta Xelîl El Reheman a li kampa Bedewî bombebaran kiriye.

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê şeva înê 12 caran êriş başûrê Lubnanê kir.

Malpera El Erebiye ku agahiyên ji çavkaniyan wergirtine, ragihand ku Îsraîlê ji kuştina Haşim Sefyedîn (ê ji bo rêvebirina Hizbullah piştî kuştina Hesen Nesrallah hatiye pêşniyarkirin) û hemû kesên pê re, piştrast bûye.

Hizbullahê duh (în) ragihandibû ku 23 caran êriş artêşa Îsraîlê û navendên wê kiriye.

(şx)