Li Palmîrayê 2 teqîn

Li bajarê Palmîra yê gundewarê rojhilatê bajarê Himsê 2 teqîn çêbûn.

Li Palmîrayê 2 teqîn
5 cotmeh, 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajrê Palmîra yê  gundewarê rojhilatê bajarê Himsê 2 teqîn çêbûne.

 Li gorî SOHR`ê teqîna yekemîn li dora balafirgeha leşkerî ya Palmîrayê ku wek depoyeke çekan tê bikaranîn çêbûye. Ya duyemîn jî li avahiyeke duqatî ku bi kîlomtreyekê li taxa rojhilatê bajêr pêk hat.

Heya niha nehat zanîn bê teqîn çawa çêbûne.

(şx)