Li Minbicê parkek hat vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê bi boneya Roja Şehîdan (18'ê Gulanê) parkek bi navê "Parka Şehîdan" vekir.

Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
Li Minbicê parkek hat vekirin
19 gulan 2024   21:44
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê bi boneya Roja Şehîdan 18'ê Gulanê parkek bi navê Parka Şehêdan li bajêr vekir.

Di merasîma vekirina parkê de malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jinan, Mala Gaziyan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Di serî de bavê şehîd Mihemed Îbrahîm, Îbrahîm Îbrahîm destnîşan kir ku ew park bi saya fedakariya şehîdan û keda Meclisa Malbatên Şehîdan, hat vekirin.

Piştre dayikên şehîdan di nava tilîliyan de deriyê parkê vekir.

Endamê Mala Gaziyan Mihemed Xêr fedakariya şehîdan silav kir û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Her wiha, endama Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê Hind Daxistanî got: "Em îro tevahî di vekirina Parka Şehîdan de beşdar dibin. Ev yek ji bo fedakariya şehîdan tiştekî biçûk e. Em ê ji bo belavkirina demokrasiyê li seranserî Sûriyeyê tê bikoşin."

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Ruweyde Hinêzil got: "Îro me xwest em nirxê şehîdan ên ku xwe ji bo jiyana birûmet feda kirine û rola wan di parastina xak û namûsê bi bîr bînin."

Di dawiya merasîmê de koma Vejîn stranên gelêrî û folklorî pêşkêş kirin.

(mh)

ANHA