Fermandar Egîd li ber NY’ê hat bibîranîn

Di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya Cinêvê de fermandarê Pêngava 15’ê Tebaxê Mehsûm Korkmaz (Egîd) hat bibîranîn.

Fermandar Egîd li ber NY’ê hat bibîranîn
14 tebax 2024   23:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 25’ê Çileya 2011’an ve di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye”  li bajarê Cinêvê ê Swîsreyê bi armanca azadiya fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.

Di çalakiyê de bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê di şexsê Fermandar Egîd de ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê komîteya çalakiyê ya Cinêvê Ramazan Kizilkurt salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û anî ziman ku ew ê heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cinêvê Îbrahîm Yuksel bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên li dijî tecrîdê bi cih bînin û got di sedsala 20’an de hêzên emperyalîst Kurdistan kirine 4 parçe û got: “Dîsa îro dixwazin heman polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser gelê Kurdistanê ferz bikin. Peyrewên Fermandar Egîd ku li hemberî van polîtîkayan li dora paradîgmaya Rêber Apo xwe bi hêz kirine, ji bo statuya gelê Kurd û Kurdistanê di nava têkoşîneke mezin de ne. Bi vê wesîleyê em careke din gerîlayên ku bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê li ber xwe didin silav dikin.”

Piştî axaftinê banga tevlêbûnê ji bo pîrozbahiya ku bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê wê 17’ê Tebaxê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bê lidarxistin, hat kirin û çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan heta saet 17:00’an berdewam kir.