ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 15-8-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 15-8-2024
15 tebax 2024   02:00

 Jiên ji kantona Dêrazorê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember wê şermezar kir û soz da ku çalakiyên xwe bidomînin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê komên hikumeta Şamê ji domandina pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên Dêrazorê û herêmê hişyar kir û got: "Eger komên hikumeta Şamê tiştekî wiha dubare bike, em ê bersivên tund bidin."

Bi saya hevgirtina keç û xortên Minbicê û fedakariyên wan, piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞˊê, Minbic ji nava kavilan ji nû ve geş bû.

Siyasetmedar û endamê Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku êrişên koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê yên li dijî kantona Dêrazorê dihêlin teror vegere û ji bo çareserkirina krîzê diyalog çareseriya herî guncaw e.

Nûçegihana JIN TV’yê û endama Koordînasyona Kongra Star têkildarî biryara darvekirinê yên ku dewleta Îranê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û çalakvana mafên jinan Şerîfe Muhemmedî biriye, got bi darvekirinê re dê dewleta Îranê bi serhildaneke nû rû bi rû bimîne.,

Hevgirtina Al El Beyt destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser civakan xetere ye. Her wiha bang li gelê Iraqê, Başûrê Kurdistanê, rûspî û oldarên wan kir ku li hember dewleta Tirk bisekinin û hate gotin "Li hember dewleta Tirk a dagirker divê em li kêleka gelê Kurd erkên xwe yên olî û nîştimanî bînin cih."

Xelkê gundewarê rojhilatê Dêrazorê li goristana şehîdan a li bajarokê Ebû Hemam Şehîdên Komkujiya Şiêtat bi bîr tîne, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15ˊê Tebaxê li Qamişlo, saet 19:00ˊan, li Amûdê saet 19:00ˊan, li Çilaxa saet 20:00ˊan, li Girkê Legê saet 20:00ˊan, li Tirbespiyê saet 20:00ˊan, li Dêrikê saet 20:00ˊan, li Kobanê saet 19:00ˊan, li Şehba saet 18:00ˊan, li Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê saet 19:00ˊan, li Reqa saet 18:00ˊan, bi pêxistina mûman li ser goristanên şehîdanb li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê bi boneya salvegera 8ˊemîn a rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞˊê li stadyûma Beledî şahiyekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)