Gundên Şehba tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi guleyên obîs û hawnan gundewarê kantona Efrîn û Şehba topbaran dike.

Gundên Şehba tên topbarankirin
15 tebax, 2024   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine bidesxistin, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundewarê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dike.

Gund û deverên tên topbarankirin wiha ne; derdora bajarê Til Rifetê, gundên Hirbil, Um Hoş, Um Qura, Wehşiye, nêzî baregeha Rûsya ya li Wehşiyê, nêzî kampa Berxwedan, Hesaçik, Xirnata, Samûqa, Til Medîq, Til Cîcan, Medyûne û Til Enabê.

(fr)