Li gundewarê Quneytîrayê kesek hat kuştin

Artêşa Îsraîlê bi topekê tankê erebeyek li nêzî sînorê bi ser Colanê ve li gundewarê Quneytîrayê topbaran kir, di encamê de kesek di erebeyê de bû hat kuştin.

Li gundewarê Quneytîrayê kesek hat kuştin
3 nîsan, 2026   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi topeke tankê erebeyek li nêzî sînorê bi ser Colanê ve li gundewarê Quneytîrayê erebeyek topbaran kir, di encamê de kesek hate kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SHOR), di encamê êrişa Îsraîlê li dijî erebeyekê li gundewarê Quneytîrayê de kesek hat kuştin.

SHOR'ê destnîşan kir ku tu girêdana kesê hatiye kuştin bi çalakiyek leşkerî ve nîn bû û di dema erebeya wî li ser rêya giştî ya gundên nêzî sînorê re derbas dibû êriş pêk hat.

(ac/fr)

ANHA