Êzidiyên Tirbespiyê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir

Yekitiya Jinên Êzidî bi boneya nêzbûna Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan semînerek da û dar çandin.

Êzidiyên Tirbespiyê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Êzidiyên Tirbespiyê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Êzidiyên Tirbespiyê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Êzidiyên Tirbespiyê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Êzidiyên Tirbespiyê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
Êzidiyên Tirbespiyê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir
2 nîsan, 2025   16:07
QAMIŞLO

Êzidiyên bajarê Tirbespiyê bi çandina daran û dayîna semînerekê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pêşwaz kir.

Yekitiya Jinên Êzidî li Mala Êzidî bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan semînerek da. Endama yekitiyê Emîne Cafer semîner bi rê ve bir. Di semînerê de Emîne bal kişand ser rola girîng a Rêber Apo di danasîna civaka Êzidî, çawaniya wê ya xweparastina ji fermanan.

Emîne diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan barê rizgarkirina civakan hildaye ser milê xwe û bingehên çawaniya pêkhate bi hev re bijîn danîn, er wiha sînor ji siyasetên dûrxistina li dijî pêkhateyan danîn.

Emîne wiha gotina xwe bi dawî: "Em êzidî deyndarê Rêber Abdullah Ocalan in û em ê li ser pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitn û piştgiriyê bidin însiyatîfa aştiyê ku Rêbertî daye destpêkirin."

Dûre êzidiyan bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dar li mala Êzidî çandin.

(fr)

ANHA