Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir

Meclisên Malbatên Şehîdan xerabkirina Mezara Şehîdan a bajarê Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir
Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir
Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir
Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir
Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir
Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir
Malbatên şehîdan êrişa li ser mezara Şehîdan a Minbicê şermezar kir
2 nîsan, 2025   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên Malbatên Şehîdan li bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyan xerabkirina Mezara Şehîdan a bajarê Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li mezargeha Şehîd Delîl Saroxan daxuyaniyek xwednd.

Di saxuyaniyê de hate gotin "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk nirx û prensîbên mirovî binpê dike, digihêje asta wêrankirina goristan û cihên pîroz weke çawa berê li Efrînê û Şehbayê kirin. "

TIRBESPIYÊ

Li bajarê Tirbespiyê, Meclîsa Malbatên Şehîdan xerabkirina Mezara Şehîdan a bajarê Minbicê şermezar kir û got, "Em bi tundî vê êrişa hovane ya li ser cihên pîroz ên gel şermezar dikin, û em bang li rayedarên pêwendîdar dikin ku lêpirsîneke lezgîn vekin da ku berpirsyarên vê kiryarê bên darizandin. "

ŞEDADÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê bi daxuyaniyekê ev kiryara hovane şermezar kir û got ku  "ev êrîş li dijî bîrdanka dîrokî ye ."

Amûdê

Meclisa Malbatên Şehîdan li Amûdê di daxuyniya xwe de got "em vê kiryara hovane ya ku ji sûcê li dijî mirovahiyê wêdetir e, bi tundî şemezar dikin, û ji aliyên pêwendîdar dixwazin ku lêpirsîneke lezgîn pêk bînin û sucdaran darizînin.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê, xirakirina Mezara Şehîdan a Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya civaka navdewletî û rayedarên Şamê li hember kiryarên van çeteyan.

EYN ÎSA

Li bajarê Eyn Îsayê malbatên şehîd û koçberên li kampa Girê Spî bi daxuyaniyekê sûcê hovane yê ku li bajarê Minbicê yê dagirkirî li dijî mezara Şehîdan pêk hat, şermezar kirin û gotin ku ev yek binpêkirina eşkere ya nirxên olî û exlaqî  ye ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin.

Her wiha bang li rayedarên pêwendîdar, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û welatên Îslamî kirin ku van kiryaran şermezar bikin, lêpirsîneke lezgîn vekin û berpirsyarên vê êrişê darizînin.

REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê tekez kir ku "Êrişa li ser mezaran asta kîn û hovîtiya dagirkeriya Tirk nîşan dide û got  ku kolandin û rûxandina goran ji aliyê olî ve heram e û ev yek jî îsbat dike ku ev êrişker ji nirxên olî û mirovahiyê dûr ketine." Meclisê bang li rayedarên Şamê kir ku "li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên wê helwestek cidî û tund nîşan bidin. "

ANHA