Êzidiyên Efrînê bi boneya Cejna Bêxwîn şahiyek li dar xist

Yekitiya Êzidiyên Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava li Şehbayê bi şahiyekê Cejna Bêxwîn pîroz kir.

14 sibat, 2024   14:05
ŞEHBA

Bi boneya cejna Bêxwîn ku 15’ê Sibatê destpê dike û du rojan ne Yekitiya Êzidiyên Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava li Hola Mîtan a kantona Efrîn û Şehba li navçeya Ehdasê bi boneya Cejna Bêxwîn şahiyek li dar xistin.

Di şahiyê de Êzidiyên ji Efrînê, gelê Efrîn û Şehbayê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Di şahiyê de li ser navê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Meryem Cindo axivî û Cejna Bêxwîn li gelê Êzidî û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha anî ziman: "Ev cejn li gel gelê êzidî gelekî girîng e."

Her wiha ji Rêveberiyê Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê axivî û cejn li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ev rojên dîrokî hatine parastin û ji hêlandinê xelas bûn. Lê belê dijminê gelê Kurd dixwaze bi helandina çanda wan, êzidiyan ji reseniyê xwe dûr bixwe."

Di dawiyê de Ferhan Kobanê wiha anî ziman: "Em careke din Cejna Bêxwînê li gelê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku cejna bê li Efrînê bê pîrozkirin."

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Silêmen Cefer jî li ser dîrok û girîngiya Cejna Bêxwînê axivî û wiha got: “Li gorî baweriya êzdiyatiyê, Xidir Îlyas kesayetekî nemir e, wekî firîşteyê çandinî û baranê ye. Lewra têkiliyên vê cejnê bi çandiniyê re hene. Bi hatina vê cejnê re çandina genim û tovan dest pê dike. Rê û resmên Cejna Xidir Îlyas dawiya meha Çileyê ya li gorî salnameya rojhilat dest pê dikin. Rojek ji bo şûştin û paqijkirinê tê veqetandin. Di rojên Duşem, Sêşem û Çarşemê rojiya neferz digirin û xwarinên "bêxwîn" tên çêkirin. Di vê cejnê de serjêkirina sewalan û nêçîr qedexe ne. Pîrozbahiya cejnê jî roja pêncşemê tê kirin."

 Koma zarokan a bi navê Kulîlka Pêşerojê, Koma Şehîd Cînda û koma mamosteyan qewlên gotin. Di dawiyê de “Bêxwîn” li beşdaran hate belavkirin.