Li Heleb û Tirbespiyê bangên mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan

Partiyan li Tirbespiyê û gaziyên şer li Helebê bi daxuyaniyên cuda teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Li Heleb û Tirbespiyê bangên mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan
Li Heleb û Tirbespiyê bangên mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan
14 sibat, 2024   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî gelek partiyan li navçeya Tirbespiyê û Federasyon Gaziyên Şer a Helebê daxuyaniyên cuda dan. 

Li navçeya Tirbespiyê nûnerê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê Îbrahîm El Selac daxuyaniya partiyan xwend.

Partiyan di daxuyaniya xwe de Komploya Navneteweyî, bêdengiya navneteweyî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Her wiha diyar kir ku hêzên komploger bi komployê gelên Rojhilata Navîn hedef girtin û azadiya wî ya fîzîkî destpêka çareseriya aloziyên herêmê ye, ji ber wê partiyan bang kir ku têkoşîn berdewam bike heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad dibe.

Endamê Konfedrasyona Gaziyên Şer Mistefa Mamo li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî daxuyanî xwend û bang kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk werin û bên belavkirin û ji bo ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were, têkoşînê mezin bikin.

(şx)

ANHA