Êzidiyan dest bi rojiya Êzî kir

Îro yekem roja rojiya êzidiyan e ku dê 3 rojan berdewam dike. Piştî vê rojiyê êzidî dê cejna Êzî pîroz bikin.  

Êzidiyan dest bi rojiya Êzî kir
17 kanûn, 2024   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro yekem roja rojiyê ye ku êzidî jê re dibêjin Rojiya Êzî. Êzî navek ji navên xwedayan e li ba êzidiyan.

Êzidî 3 rojan li pey hev rojiyê digirin û di van rojan de ji dema hilatina rojê heta avabûna wê xwarinê naxwin û avê venaxwin. Roja çaremîn jî cejna Êzî ye ku îsal dikeve 20’ê Kanûnê.

Ji bo destnîşankirina rojên rojiyê êzidî xwe dispêrin salnameya kurmancî ya Rojhilatî, lewra rojên rojiyê dikevin hefteya yekem a Kanûnê. Salnameya Rojhilatî 13 rojan ji ya Mîladî derengtir e.

(k)