Li Moskowayê Generalêkî Rûsî bi sûîqestê hate kuştin

Li Moskowayê, Serokê Yekîneyên Parastina Biyolojîk, Kîmyewî û Radyolojîk ên Hêzên Çekdar ên Rûs Kornegeral lgor Kirillov di encama êrişeke bombeyî de hate kuştin.

Li Moskowayê Generalêkî Rûsî bi sûîqestê hate kuştin
17 kanûn, 2024   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya Daîreya Lêpirsînê ya Rûsyayê, di êrîşa bombeyî de ku li paytext Moskowayê hate kirin, Serokê Yekîneyên Parastina Biyolojîk, Kîmyewî û Radyolojîk ên Hêzên Çekdar ên Rûs Kornegeral Igor Kirillov û alîkarê wî hatin kuştin. Êrîş serê sibehê li ber deriyê avahiyeke li Ryazansky Prospekt a li Moskowayê hate kirin.

Teqemeniya ku li motorsîkleteke li ber deriyê avahiyê parkirî hatibû bicihkirin, dema ku Korgeneral Kirillov û alîkarî wî derbas dibûn, teqiya. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Teqîn bi 7 kîlometreyan nêzî Qesra Qremlînê hate kirin.

Komîteya lêirsînê diyar kir ku bi teqemeniya bi destan çêkirî êrîş hate kirin û nêzî 200 gram TNT hate bikaranîn.