Iraqê îdiayên ‘Mahir Esed li Iraqê ye’ derewandin

Wezareta Karên Hundir a Iraqê îdiaya "Birayê Beşar Esed, Mahir Esed li Iraqê ye" derewand.

Iraqê îdiayên ‘Mahir Esed li Iraqê ye’ derewandin
17 kanûn, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hatibû îdiakirin ku birayê Beşar Esed, Mahir Esed li parêzgeha Silêmaniyê ya li bakurê Iraqê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Iraqê Miqdad Mîrê duh li ser van îdiayan agahî dan û got: "Îdiayên ku birayê serokê Sûriyeyê yê berê Beşar Esed li Iraqê ye, ne rast in."

Rêveberê SOHRˈê Ramî Ebdurehman jî roja şemiyê gotibû agahî hene ku Mahir Esed bi helîkopterekê ji Iraqê çûye Rûsyayê.

(bb)