Efrîniyên vegeriyane bi pirsgirêkên xanî û ewlehiyê re rû bi rû ne

Bi hezaran koçberên ji Efrînê vegeriyan warê xwe. Hîna malên hinekan ji aliyê malbatên komên girêdayî dewleta Tirk ve desteserkirî ne û kirêya malan gelekî biha ye.

Efrîniyên vegeriyane bi pirsgirêkên xanî û ewlehiyê re rû bi rû ne
13 gulan, 2026   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Hesreta koçberên Efrînê ya vegerê 8 salan berdewam kir. Li bendê bûn ku rojekê vegerin warê xwe û careke dîtir xaka xwe hembêz bikin. 

Mîrzan (32) yek ji koçberan e ku vegeriya Efrînê, anî ziman ku ew hem kêfxweş e hem jî xemgîn e ku vegeriyaye. Kabûsa koçberiya 8 salan bi dawî bû û ji aliyekî ve zor û zehmetî dîtin. Gundê wî Şêxurzê ye û ew dixwaze mala wî lê vegerînin. Hîna artêşa dewleta Tirk a dagirker di gundê wan de ye.

5 komên koçberên Efrînê ku hejmara wan 3 hezar û 400 malbat e vegeriyane Efrînê. Têkildarî rewşa koçberên ku vegeriyan gelek hûrgiliyên nediyar hene. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo anî ziman ku derdora 3 hezar û 800 malbat vegeriyane Efrînê, ji wan 400 malbat bi tena serê xwe vegeriyane. Her wiha Şêxo diyar kir ku 5 hezar koçberên Efrînê yên li Hesekê, Dêrik û Kobanê li benda vegerê ne.

Hejmara koçberên ji Efrînê yên ku dixwazin vegerin warê xwe 8 hezar û 800 malbat e, hîna jî Meclisa Koçberên Efrînê navên malbatên ku dixwazin vegerin, qey dike. Koçberên ku vegeriyan ji bajarê Efrîn, navçeyên Cindirês, Şiyê, Raco, Mobata û hinek malbat ji navçeya Bilbilê, Şera û Şêrawa ne.

KOÇBERÊN VEGERIYAN DAXWAZA EWLEHIYÊ DIKIN

Şîraz (43) yek ji kesên ku vegeriyaye, got ji her tiştî zêdetir ewlehiyê dixwazin.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo got malbatên vegeriyane Efrînê zor û zehmetiyan dibînin û kiryarên ku wan aciz bikin, têne kirin. Mînak; nasname û belgeyên wan ên kesayetî û telefona wan ji wan digirin, wêneyên wan dikişînin.

Şîraz a ji navçeya Şiyê ya Efrînê, anî ziman ku belgeyên mala wê hene lê dîsa niştecihên biyanî yên mala wê desteser kirine, dernakevin. Her wiha diyar kir ku niştecih di mala wê de ye, berê berpirsê komeke girêdayî dewleta Tirk bû û niha jî beşdarî Wezareta Parastinê bûye. Bi hinceta ku dê zarokên wî ji xwendinê qut bibin dernakeve.

Niştecihên ku Tirkiyê ew xistine malên Efrîniyan, êdî ji malên Efrîniyan dernakevin. Destê xwe danîne ser malên Efrîniyan û malbatên vegeriyane neçar dimînin ku li gel malbatên xwe bimînin.

Her wiha Şîraz anî ziman ku wê ji deh caran zêdetir gazinc kiriye û got ku eger edalet û ewlehî hebane dê bersiv dabane gazincên wê û niştecih ji mala wê derxistibane.

5 GUND HÎNA DI BIN SERWERIYA ARTÊŞA TIRK DE NE

Li gorî Îbrahîm Şêxo gotî artêşa Tirk pênc gundên Efrîn kirine baregehên leşkerî û koçberên wan gundan nikarin vegerin gundê xwe.

Artêşa Tirk ji sala 2018`an ve qedexe kiriye ku koçberên gundê Basilê, Cilbirê, Şêxurza banî, Derwîş û Çiya vegerin gundên xwe û ev gund ji xwe re kirine baregehên leşkerî.

Têkildarî vê mijarê Mîrzan (32 salî) yê ji gundê Şêxurza banî ye nikare vegerên gundê xwe. Gundê Şêxurzê 3 parçe ne (banî, navîn, xwarê) ye. Şêxurza banî ji parçeyên dîtir qutkirine, satirên axê rakirine û artêşa Tirk qedexe kiriye ku kesek nêz bibe. Hejmara gundê Şêxurzê 800 malbate, ji sedî 60 niha 480 malbat hene û malbatên dîtir jî li bendê ne ku artêşa Tirk a dagirker derbikevê û ew vegerin gundê xwe.

KIRÊYA MALAN GELEKÎ BIHA YE

Mîrzan anî ziman ku ji ber mala wî nadin wî ew neçar maye ku li bajarê Efrînê malekê kirê bike. Her wiha anî ziman ku eger mala wî bidin jî pêdiviya wî bi hezarê dolaran heye heyanî ku mala xwe ya wêrankirî, lê bike.

Li Efrînê kirya malan li gorî cih û mesahetê ji 150 dolarê Amerîkî heyanî 300 dolarê Amerîkî ye.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rêveberiya herêmê di asta yekem de berpirsyarê vê dosyayê ye. Her wiha xizmetguzarî jî nîne û koçberên ku vegeriyane gelek zor û zehmetiyan dibînin.

HIKUMETA DEMKÎ ÇI KIR?

Hikûmeta Demkî heyanî niha ev pirsgirêk çareser nekiriye. Tenê parêzgarê berê yê Dêra Zorê Xesan El Seyîd Ehmed 3`ê gulanê serdana bajarê Efrîn kir û hevdîtin bi cîgirê parêzgarê Helebê Elî Henûra û berpirsê herêma Efrîn Xêro El Dawûd re kir. Xesan El Seyîd Ehmed hevdîtin bi malbatên gurûpên girêdayî Tirkiyê û niha beşdarî Wezareta Parastinê bûne, kir. Ji ber ku malbatên gurûpên girêdayî Tirkiyê zêdetirî xwe ji Dêrazorê ne.

Niştecih ji bo ku ji malên efrîniyan derkevin pere ji wan dixwazin. Niştecih 2 hezar-5 hezar dolarî dixwazin.

Hikumeta demkî pirsgirêka gundên di bin serweriya artêşa Tirk de ku divê werin valakirin, hîna çareser nekiriye.

`BILA HEMÛ KOÇBER VEGERIN`

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo di dawiya gotinên xwe de bang li hemû koçberên Efrînê kir ku vegerin Efrînê. Her wiha ji aliyên têkildar xwest vegera koçberan taloq nekin û vegerê hesan bikin. Şêxo ji bo dosyaya dîlan hikumeta demkî rexne kir û got divê wek zext bi kar neyne û bang lê kir ku hemû dîlan serbest berde, dosyayên heyî bi rêya diyalokê çareser bikin.

Şêxo hêvî kir ku koçberên Girê Spî, Serêkaniyê û koçberên hemû Sûriyeyê di demeke nêz de vegerin warê xwe.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna li gel ajansa me de gotinû rayedarên hikumeta demkî di nîqaşa li ser vegera koçberan de soz daye ku ewlehiya koçberên vedigerin dabîn bikin.

(np)

ANHA