Mezlûm Ebdî: Di vê qonaxê de veguherîneke siyasî pêk tê

Mezlûm Ebdî pêşketinên di pêvajoya entegrasyonê de û lihevkirinên têkildarî mijarên siyasî, leşkerî û îdarî û her wiha vegera koçberan û serbesberdana dîgirtiyan nirxandin. Ebdî diyar kir ku pêşketin gav bi gav çêdibe, lê hin astengî û pirsgirêk jî hene û hin dosya nehatine çareserkirin. Ebdî da zanîn ku di qonaxa heyî de veguherîneke siyasî ya nû pêk tê, lewma ji bo bidestxistina mafan têkoşîna domdar hewce dike.

Mezlûm Ebdî: Di vê qonaxê de veguherîneke siyasî pêk tê
13 gulan, 2026   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji edîtorê ajansa me Ehmed Mihemed re axivî. 

Mezlûm Ebdî mijarên siyasî, leşkerî û yên têkildarî pêvajoya entegrasyonê û peymana di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, her wiha pêşketin û dijwariyên pêkanîna peymanan û mijarên têkildarî siberoja pêvajoya siyasî li Sûriyeyê nirxandin.