‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriyê gava herî girîng e’

Xelkê Girke Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriya demokratîk gava herî girîng e.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriyê gava herî girîng e’
13 gulan, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

27 sal di ser ragirtina Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê re derbas bûn. Gelê Kurd ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe û dibêje rewşa wî li ser asta cîhanê tê nîqaşkirin.

Şêniyên Girke Legê ji ajansa me re axivîn û got: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya hemû gelan e."

Elî Ehmed got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e. Gel her tim daxwaz dike ku Rêbertî fîzîkî azad bibe. Bi azadiya Rêbertî re dê derî li aştî û çareseriya demokratîk vebe."

Bedia Elî jî got: "Jinan bi saya fikir û ramanên Rêber Apo cihê xwe di qada siyasî û hemû qadên dîtir de girt. Her wiha bi vê yekê re civakê nêrînên xwe li ser jinan guherandin. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne daxwazekî kesayetî ye, parastina nirxên azadî, dad û wekheviyê ye. Em ji rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku zextê li Tirkiyeyê bikin da ku Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe. Ji bo edaletê û rêzgirtina qanûnên mirovahiyê, divê Rêbertî fîzîkî azad bibe."

Cemîl Murad got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di asta yekemîn de dosyayeke mirovî ye. Bêdengiya navneteweyî li dijî rêgezên mafên mirovan e. Ji bo çareseriyê, azadî, edalet û aştiya herêmê divê zextê bikin da ku Rêbertî fîzîkî azad bibe. Dosya azadiya fîzîkî ya Rêbertî dosyayeke mirovî û siyasî ye. Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re dê aramî û aştî li Rojhilata Navîn çêbe.”

(np)

ANHA