Rewşenbîran banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gotubêj kirin

Rewşenbîran li Reqayê di panelekê de bi serenavê “Banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê û rola rewşenbîran di aştiya navxweyî de” girîngiya rola rewşenbîran di avakirina aştiya civakî û xurtkirina wê de, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya banga azadiyê, nîqaş kirin. 

Rewşenbîran banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gotubêj kirin
Rewşenbîran banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gotubêj kirin
Rewşenbîran banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gotubêj kirin
Rewşenbîran banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gotubêj kirin
Rewşenbîran banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan gotubêj kirin
27 tîrmeh, 2025   20:19
REQA 

Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bi serenavê "Banga Rêber Apo ji bo Aştiyê û Rola Rewşenbîran di Aştiya Sivîl de" panelek li dar xist. 

Di panela ku li hola Babil a navenda Yekitiya Dermansazan a Reqayê hate lidarxistin de, siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên kantonên Reqa, Tebqa û Cizîrê amade bûn.

Di panelê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Celaa Hamzawî bi xêrhatina beşdaran kir û girîngiya civînê di ronîkirina pirsgirêkên heyî de teqez kir.

Panel li ser 2 beşên bi rêve çû. Ya yekem bi serenavê "Qonax û encamên agirbestê", ji hêla endama Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Eyşa Çawîş ve hate birêvebirin.

Eyşa dîroka danûstandinên agirbestê yên di navbera Tevgera Rizgariya Kurdistanê û dewleta Tirk de û bandorên wan ên meydanî û siyasî, nirxand.

Beşdaran gavên erênî yên PKK`ê li hember neavêtina gavan ji hêla Tirkiyeyê ve û nîqaşkirina bawerî û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina aştiyê, têgehên wekî "aştî ji xwezayê tê" û "rastî ber bi aştiyê ve diçe’’ nîqaş kirin.

Mijara duyemîn bi serenavê "Rewşenbîr, Banga Aştî û Civaka Demokratîk", ji hêla hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Beşîr El Hesen ve hate nirxandin.

Beşîr destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan hişyarî da ku wê şerekî sêyemîn ne mîna berê rû bide û ji bo ferzkirina hegemoya kapîtalîzmê dê çand û aborî werin bikaranîn.  

Li gorî Beşîr, projeya neteweya demokratîk a li ser exlaqê, siyaseta azad, pirrengiyê û jiyana hevbeş ava bûye, çareserî ye.

Her wiha Beşîr anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan têgeha netewdewletê red dike ji ber ku li gorî wî ev têgeh sedema sereke ya şeran e, lewma bang kir ku xwedî li konfederaliya demokratîk bê derketin ku modela pêkvejiyanê ye û ji taybetmendiyên gelan û pirrengiya çandî re rêzê digire.  

Di vê beşê de, “Banga Aştiyê", "Dîroka Tevgera Rizgariya Kurdî", "Têgeha Qirkirina Siyasî û Civakî" û rola Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di piştgiriya hewldanên aştiyê de hatin nîqaşkirin.

Encam û pêşniyarên panelê:

Lidarxistina kampanyayeke nîştimanî li dijî gotinên nefretê, taîfî û xiyanetkirnê.

Pênasekirina "Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk".

Xurtkirina têkiliyên çandî di navbera rewşenbîrên hundir û derveyî welat de.

Belavkirina çanda jîngehê (ekolojî) wekî beşeke hişmendiya civakî.

Bidestxistina azadiya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya banga aştiyê.

Bicihkirina çanda diyalog û lêborînê.

Xurtkirina têgehên hemwelatîbûn, edalet û mafên mirovan.

Bi destxistina edaleteke veguhêz ji tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê re.

(ac/şx)

ANHA