Esmet Îbrahîm: Erdogan sûcdarê şer e û girtina qada hewayî daxwaza gel e

Hiqûqnas û siyasetmedar Esmet Îbrahîm diyar kir ku dan û standin civata navneteweyî der barê dosyayên mirovî bi taybet dosyayên girêdayî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daulî ye.

Esmet Îbrahîm: Erdogan sûcdarê şer e û girtina qada hewayî daxwaza gel e
28 kanûn, 2023   06:41
KOBANÊ

Hiqûqnas û endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Çep a Kurdî Esmet Îbrahîm anî ziman ku ew êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li idjî bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û got: "Dewleta Tirk tu girîngiyê nade qanûn û mîsaqên navneteweyî. Li gorî 4 peymanên Cinêvê û ji madeya 50 heta 149′an civata navneteweyî girîngiyeke mezin dide parastina welatiyan di şerên çekdarî yên li ser erdê de. Erdogan yekser welatiyan hedef digire û sûcên şer dike. Lê civata navneteweyî di dan û standina bi dewleta Tirk re û sûcên ew dike de daûlîte ye."

Îbrahîm bang li gelê Kurd, di nav de jî bang li dadger û hiqûqnasên Kurd ên li Ewropa û dewletên cîhanê kir ku li ser gihandina sûcên Erdogan ji dadgehên navneteweyî ku sûcên şer in bixebitin û li kolanên paytexên Ewropayê derkevin qadan û komkujiyên li dijî vî gelî şermezar bikin.

Esmet Îbrahîm wiha dawî li gotina xwe anî: "Girtina qada hewayî li ser herêmên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza gel e û dê ewlehî û aştiyê geş bike û sînorekê ji balafirên bêmirov a dewleta Tirk re ku sûcan li herêmê pêk tîne deyne."

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov û topavêjan bi dehan avahiyên xizmetguzarî, stasyonên enerjiyê, navendên tibî û nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bombebaran û topbaran kirin û di encamê de 8 welatî şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.

(fr)

ANHA