Jin: Em gav bi paş ve navajin û li hember êrişên qirkirinê teslîm nabin

Endamên rêveber ên kantona Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hermê di nava bêdengiya navneteweyî de şermezar kirin û got: "Em gav bi paş ve naavêjin, li hember êrişên qirkirinê teslîm nabin, em ê bi hevgirtinê û berxwedana xwe dagirkeriyê ji xaka xwe derxin."

Jin: Em gav bi paş ve navajin û li hember êrişên qirkirinê teslîm nabin
28 kanûn, 2023   03:36
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker ji 23′yê Kanûnê ve êrişên xwe yên hovane li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; li dijî navendên xizmetguzarî û avahiyên stratejîk, zêde kirin.

Li hember van êrişan, gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker berxwedanê bilind dikin, teslîmkariyê red dikin. Der barê mijarê de endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Macîde El Kerîm axivî û wiha got: "Hûn nikarin berxwedan û îsrara gelê têkoşer ku bi hezaran şehîd di oxira parastina herêmê ji dijminan de daye, têk bibin."

Macîde diyar kir ku êriş di nava bêdengiya navneteweyî ya şermîn û bêyî bertekeke mirovî ku dewleta Tirk a dagirker bisekinîne, pêk tên.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hin El Xelîl jî êrişên hovane yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên ku di encamê de 8 welatî şehîd bûn û bi dehan di nav de jin birîndar bûn û gelek avahiyên xizmetguzariyê ji xizmetê derketin, şermezar kirin.

Hin El Xelîl bêdengiya rêxistin û saziyên îdia dikin mirovî ne li hember van êrişên li ser herêmê şermezar kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em soz didin ku rêça şehîdan bişopînin, em gav bi paş ve naavêjin û teslîm nabin. Em bi doz, gel û hêza xwe bawer in. Em gavekê jî bi paş ve naavêjin, em ê bi hevgirtin û berxwedana xwe dagirkeriyê ji xaka xwe derxin."

(fr)

ANHA