Di çemê Cexcex ê li Til Birakê de jinek noq bû

Xelkê navçeya Til Birakê cenazeyê jinekê ji çemê Cexcex ê li başûrê Til Birakê ya kantona Cizîrê derxist.

Di çemê Cexcex ê li Til Birakê de jinek noq bû
27 kanûn, 2023   21:11
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, cenazeyê noqbûyî yê welatiya bi navê Ayşe El Siwêd (40) ye.

Ew jin vê sibehê ji mala xwe ya li gundê Text ê li başûrê Til Birakê ku nêzî çemê ye derket û piştî malbata wê lêgerî, dîtin ku cenazeyê wê bi ser avê ketiye û xelkê gund danê nîvro cenaze ji avê derxist.

(fr)