Eşîrên Ereban Newroz pîroz kir

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên navçeya Çilaxayê Newroz li tevahî pêkhateyan pîroz kir û got "Em bi hev re Newroza îsal bikin qonaxeke nû ya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Eşîrên Ereban Newroz pîroz kir
19 adar, 2024   13:12
QAMIŞLO

Şêx û rûspiyên Ereban ên navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê bi boneya Newrozê daxuyanî da.

Daxuyanî li ber avahiya PYD’ê ji aliyê şêxê qebîleya El Zubeyd Raxib El Faris ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Newroz li tevahî pêkhateyan hat pîrozkirin û ji bo tevlêbûna pîrozbahiyên Newrozê bang hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em ê bi hev re meşaleya Newrozê pêxin û qonaxeke nû ya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ragihînin, ji ber ku azadiya wî azadiya me ye."

(bb)

ANHA