Rapora Desteya Çandiniyê derket

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rewşa çandiniyê lêkolîn kir.

Rapora Desteya Çandiniyê derket
Rapora Desteya Çandiniyê derket
Rapora Desteya Çandiniyê derket
Rapora Desteya Çandiniyê derket
19 adar, 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Lêkolînên Çandiniyê ya girêdayî Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rewşa çandiniyê ya gelelek herêman lêkolîn kir.

Gerînendetiyê rewşa giştî ya çandiniyê û axê lêkolîn kir û di encamê de raporek amade kir.

Li gorî encamên lêkolînê:

Mij û kêmbûna pileya germê bandor li genim kir û li piraniya zeviyan genim zer bûye. Her wiha diyar bû ku nexweşiya ‘septoria tritici’ di genim de hatiye dîtin, lê rêjeya zirarê heya niha sivik e, li hin zeviyan derman ne di wextê wan de hatine reşandin û vê jî bandoreke nebaş li çandiniyê kiriye.

Li hin zeviyên genim 3 heta 4 rewşên zingariyê hatin dîtin û li piraniya zeviyên genim “kêzika spî" û hin cureyên kurman hatin ditin.

Têkildarî ceh jî, li piraniya zeviyan zerbûn çêbûye, lê ji bilî nexweşiya “spîbûnê” tu nîşaneyên nexweşiyan nehatin dîtin.

Di encamên lêkolînkirina nîsk û nokan de jî, derket holê ku pirsgirêka li pêşberî çandiniya nîsk û nokan tunebûna dermanên rakirina gihayên pelên qalind e, rakirina gihayan bi destan jî demeke dirêj hewce dike.

Ji bo fûlan jî diyar bû ku li piraniya zeviyan di asteke baş de ye û pêwîstiya wan bi çavdêriyê heye. Li hinek zeviyan nexweşiya zerbûnê çêbûye.

(bb)