Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist

Meclisa Civaka Ermenî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de şano, stran û dîlan êşên gelê Ermenî û qirkirinên tê re derbas bûne hatin pêşkêşkirin.

Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
Ermenên Hesekê çalakiyek li dar xist
13 ÇILE, 2024   20:55
HESEKÊ

Meclisa Civaka Ermenî bi hevkariya Yekitiya Jinên Ermenî li hola Serdem a li taxa Mişêrfê ya Hesekê çalakiyeke hunerî li dar xist.

Di çalakiyê de bi sedan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, endamên Meclisa Civaka Ermenî û Yekitiya Jinên Ermenî beşdar bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Civaka Ermenî Îmad Teteryan axivî û wiha got: "Em zarokên jenosîda ermeniyan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, çanda xwe ya kevn ku dijmin helandiye pêşkêş dikin, da ku dewleta Tirk a dagirker bizane ku em ê hebin û tu kes nikare me qir bike."

Teteryan wiha domand: "Ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me, lê em bi ruhê biratiya gelan û têkiliyên xurt in û em ê dagirkeriyê têk bibin, bi ser bikevin û li hember her dagirkerekî bisekinin."

Dûre sînevîzyonek li ser jenosîda li dijî ermenan pêk hatiye hate pêşkêşkirin.

Di çalakiyê de şanoyek bi navê ˊJi bo me nimêj bikinˊ, dîlanek ji koma Artsaxê, mûzîk û stran ji hêla koma Asûrî ve hatin pêşkêşkirin.

Piştre hunermenda suryanî ya ciwan Serly Simonyan stranên li ser folklora suryanî pêşkêş kirin.

Çalakî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

(fr)