Li Tebqayê bazirganekî hişbirê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bazirganekî hişbirê li Tebqayê girt û mîqdarekî mezin a madeyên hişbirê desteser kirin.

Li Tebqayê bazirganekî hişbirê hate girtin
13 ÇILE, 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên agahî wergirtin ku bazirganekî hişbirê hewl dide li nava Tebqayê hişbirê belav bike.

Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de wiha hate gotin:

"Roja pêncşemê (4ˊê Çile), hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê bazirganekî madeyên hişbirê li bajarê Tebqayê ku hejmareke mezin ji madeyên hişbirê di destê wî de bû, girtin.

Li gorî agahiyên ku ketine destê me ku bazirganekî hebên hişbirê heye ku dixwaze hebên hişbirê li nava bajêr belav bike. Endamên dijî madeyên hişbirê yekser dest bi lêkolîn, şopandin, berhevkirina delîlan û şopandina liv û tevgerên wî kirin. Piştre ew di kemînekê de girtin û mîqdareke mezin ji hebên hişbirê jî hatin desteserkirin ku hejmara wan (78 hezar û 910) hebên Kaptagon e.

Sûcdar û tiştên ku hatine desteserkirin ji bo temamkirina pêvajoyên qanûnî yên der barê wî de ji Dozgeriya Giştî re hat şandin."