Êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê: 6 kes hatin kuştin

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrişên Rûsyayê yên şeva borî de 6 kes hatin kuştin û bi beh hezaran kes bê ceyran in.

Êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê: 6 kes hatin kuştin
2 mijdar, 2025   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Dozgeriya Giştî ya Ukraynayê li ser hesabê xwe yê Telegramê agahî parve kir û got, di êrişên hêzên Rûsyayê êrişî herêmên Dnipropetrovsk û Odesayê de 2 jê zarok 6 kes hatin kuştin.

Li gorî Komîserê Mafên Mirovan ê Ukraynayê, Dmytro Lopinets, her du zarok 11 û 14 salî ne.

Waliyê herêma Zaporizhzhia (başûrê Ukraynayê) Ivan Fedorov ragihand ku ji ber êrişa Rûsyayê ya li ser herêmê de  bi qasî 58 hezar mal bê elektrîk e.

Li gorî rayedarên xwecih, li herêmên başûr û navîn ên Ukraynayê jî êriş hatine kirin, di encamê de bi dehan kes birîndar bûn.

Moskov îdia dike ku ew sivîlan nake hedef, lê êrişên wê li dijî binesaziya enerjî û tesîsên leşkerî ne. Kîevê jî dibêje armanca Rûsya ji van êrişan sivîlan bê moral bike.

Rayedarên xwecih ên Rûsyayê jî got,  hêzên Ukraynaya vê sibehê bi dronan êrişî ser bendera Tuapse ya Deryaya Reş a Rûsyayê kir, di encamê agir li tankereke petrolê  ket û zirar li hin binesaziya benderê bû.

(bb)