’Binpêkirina agirbestê nêzîkatiya sûcdar a rejîma Şamê nîşan dide’

Berdevkê Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê êrişa  hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ve li ser çeperên wan li gundewarê Siwêdayê pêk hat wekî "binpêkirinek ku nêzîkatiya sûcdar a rejîma terorîst a li Şamê nîşan dide" bi nav kir.

’Binpêkirina agirbestê nêzîkatiya sûcdar a rejîma Şamê nîşan dide’
2 mijdar, 2025   14:27
SIWÊDA

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayî ragihand ku wan îro sibehê êriş û hewldaneke ketina hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê a li ser çeperên wan li rojavayê bajarê Siwêdayê têk biriye, di encamê de di nav êrişkaran de kuştî û birîndarî çêbûne.

Der barê geşedanên dawîn de, berdevkê Hêhzên Parêzvanê Nîştimanî Serheng Telal Amir  di peyamek deng de ji ajansa me re diyar kir ku hêzên wan îro sibehê êrişeke "terorîst û tundrewên hikûmeta Şamê" li ser çeperên wan ên li derdora bajarokê Welgayê têk biriye û diyar kir ku niha herêm aram e.

Amir ragihand ku hewldan saet 02.15`ê ji zeviyek li rojavayê bajarokê Welgayê pêk hatiye.

Amir wiha zêde kir, "Hêzên me yên li wê herêmê bicîh bûne bersiva êrişa komê dan û di encamê de hin êrişkar katin kuştin û birîndr bûn."

Amir diyar kir ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî her tim amade ku bersiva binpêkirin û destdirêjiyan bide û ewlehiya herêmê û xelkê wê biparêzin.

(k)