Li Deryaya Karayîbê di êrişa DYA’yê de 3 kes mirin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Karayîbê careke din êriş bir ser keştiyekê ku hate îdîakirin a bazirganên narkotîkê ye. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 3 kes mirine.

Li Deryaya Karayîbê di êrişa DYA’yê de 3 kes mirin
2 mijdar, 2025   13:19
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya Wezîrê Parastinê Pete Hegseth de hate gotin, êriş li ava navneteweyî hate kirin û kesên hatin kuştin jî weke 'narko-terorîst' hate pênasekirin. Li gorî daxuyaniyê, di encama êrişê de 3 kes mirin.

Bi vê êrişê re, di operasyonên hewayî yên rêveberiya Donald Trump de ku ji meha Îlonê û vir ve di bin navê "Têkoşîna li dijî qaçaxçitiya narkotîkê" têne kirin, hejmara kesên hatin kuştin gihîşt 65'an.

Rêveberiya Washingtonê îdia dike, ku bi van operasyonan ew dixwazin pêşî li bazara narkotîkê ya li hemberî DYA'yê bigirin. Lê belê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk ev êriş weke "înfaza bêdaraz" pênase kir, bang li DYA'yê kir ku van operasyonan bisekinîne û daxwaza lêpirsînên serbixwe kir.

Rêveberiya Trump van operasyonên li Karabîkê û Pasîfîkê di çarçoveya "têkoşîna li dijî terorê" rewa dike. DYA'yê 8 keştiyên şer û balafirên şer ên F-35 li herêmê bi cih kir. Her wiha yek ji keştiyên herî mezin ên balafiran ber bi herêmê ve dişîne.

Êriş bûn sedema rageşiya dîplomatîk a bi Venezuela û Kolombiyayê re. Trump Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro bi hevkariya bi karterên narkotîkê re sûcdar dike. Maduro jî DYA'yê sûcdar dike ku ji bo desthilatdariya wî tevlîhev bike.

Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro jî ji aliyê Trump ve bi îdiaya "Li hemberî hilberîna kokainê tiştekî nake" hate sûcdarkirin û bi pêkanînên aboriyê re rû bi rû ma.