Êrişên li ser Xezayê dewam dikin: 22 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 22 kes hatin kuştin.

Êrişên li ser Xezayê dewam dikin: 22 kes hatin kuştin
1 hezîran, 2025   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyên îro yên medyayên Filistînê, di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser herêma Mewasî ya Refehê ya başûrê Xezayê 22 kes hatin kuştin û zêdetirî sed kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Saziya Parastina Sivîl a Xezayê Mehmûd Besel agahî dan AFP’ê û diyar kir ku artêşa Îsraîlê berbanga îro kesên ku ji bo wergirtina xwarinan berê xwe didan navenda amerîkî ya li rojavayê Refehê kir hedef. Mehmûd Besel da zanîn ku di encama vê êrişên de jî zêdetirî 10 kes hatin kuştin û zêdetirî sed kes jî birîndar bûn.

(bb)