Li Başûrê Kurdistanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Rojnews’ê, di meha Gulanê de li Başûrê Kurdistanê 4 jin hatine qetilkirin û 2 jin jî birîndar bûne. Her wiha cenazeyê jinek jî hatiye dîtin.

Li Başûrê Kurdistanê di mehekê de 4 jin hatin qetilkirin
1 hezîran, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên ku ji aliyê Rojnews’ê ve hatine berhevkirin, di meha Gulanê (2025) de, li Başûrê Kurdistanê 4 jin hatine qetilkirin.

Li gorî vê:

Di 3’yê Gulanê de li taxa Teyraw ya li Hewlêrê ciwanek 18 salî bi 11 guleyan xwişka xwe ya temen 17 salî qetil kir û piştre jî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Di 20’ê Gulanê de li Dihokê de di encama bûyerek gule berdanê de jinek ciwan ya 29 salî û birayê xwe birîndar bûn. Piştre tometbar hate binçavkirin.

Di 23’yê Gulanê de li Hewlêrê cenazeyê jinek bi navê Xerman Şemsedîn hate dîtin û heya niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Di 31’ê Gulanê de li taxa Qendîl ya Çarqurne ya ser bi Silêmaniyê, di encama gulebarana malekê de, jinek temen 40 salî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Yek ji birîndaran jî jinek ciwan bû.

Her wiha di 31’ê Gulanê de li ber derê projeya niştecihbûnê ya Drîm Sitî ya li Hewlêrê, jinek ji aliyê çekdarek ve bi 10 guleyan hate qetilkirin.

li gorî daneyên Rojnews’ê, di 4 mehên ewil yên îsal de, li Başûrê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin, 9 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.