Êrişên li ser Kobanê dewam dikin

Ji duh bi şev ve dewleta Tirk a dagirker bajarê Kobanê û derdora wê bombebaran û topbaran dike.

Êrişên li ser Kobanê dewam dikin
24 cotmeh, 2024   10:23
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji duh bi şev ve deverên cuda yên kantona Firatê bi çekên giran û balafirên bêmirov bombebaran dike. Benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li têketina aliyê başûr ê bajêr, firineke li bajêr, stasyona kehrebeyê, navend û deverên din bombebaran kirin.

Ji duh bi şev ve balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser katona Firatê digerin û topbaran heta niha berdewam e.

(şx)

ANHA