Di topbarana Îsraîlê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Di topbarana Îsraîlê ya li dijî 2 deverên Şamê û gundewarên Himsê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Di topbarana Îsraîlê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
24 cotmeh, 2024   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya nêzî hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke leşkerî wergirtine, ragihand ku di topbarana artêşa Îsraîlê ya li dijî taxa Kefersûse ya Şamê û baregeheke leşkerî ya li gundewarên Himsê de, leşkerekî hikumeta Şamê hatiye kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Her wiha zirarên madî jî çêbûne.

Heman çavkanî aşkera kir ku êriş saet di 03:40`an de ji aliyê Golanê û bakurê Lubnanê ve pêk hatine.

(şx)