Ji Rêber Abdullah Ocalan peyam

Rêber Abdullah Ocalan ku piştî 44 mehan bi parlamenterê DEM Partî re hevdîtin pêk anî, ev peyam da: “Tecrîd berdewam dike. Eger şert û merc çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji şer û tundiyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî.”

Ji Rêber Abdullah Ocalan peyam
24 cotmeh, 2024   10:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava sîstema îşkence û qirkirinê de tê ragirtin, piştî 44 mehên astengkirina hevdîtinan, cara yekem bi biraziyê xwe û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir.

 Omer Ocalan têkildarî hevdîtinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal, agahî dan û peyama Rêber Abdullah Ocalan parve kir.

Omer Ocalan ev agahî dan:  “Min di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin di çarçoveya serdanê de pêk hat. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi piranî geşedanên siyasî nirxandin û xwest ez vê peyama wî bigihînim raya giştî. Peyama Birêz Ocalan wiha ye: ‘Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc çêbibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji şer û tundiyê bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî’. Tenduristiya wî baş bû û silavên wî ji bo her kesî hebûn.