Êrişên li ser Helebê li Lîmasol û Hannoverê hatin şermezarkirin

Êrişên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên  li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li Qibris û Almanyayê hatin şermezarkirin û piştgirî dan berxwedana Rojhilatê Kurdistanê.

Êrişên li ser Helebê li Lîmasol û Hannoverê hatin şermezarkirin
7 ÇILE, 2026   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi çalakiyeke polîtîkayên Sûriye yên dewleta Tirk hate teşhîrkirin û hate destnîşankriin ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne. Çalakvanan diyarkirin ku êrişên heyî destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin.

Daxuyaniya çalakiyê ji aliyê nûnerê PYD’ê yê Qibrisê ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de îşaret bi polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li herêmê hate kirin û hate bilêvkirin ku êriş rasterast îradeta gelê Kurd hedef digrin. Terbus got ku divê gelê Kurd û dostên wan xwedî li berxwedana li Rojava û Rojhilat derkevin.

Terbuş got, “Gelê Kurd li çar parçeyan berxwedana xwe didomîne. Têkoşîna ku li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr tê kirin, têkoşîna azadiyê ya hevpar e.”

Çalakvanan di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî berxwedana Rojhilat” hatin berzkirin.

Her wiha bang li raya giştî ya navnetweyî hate kirin ku li hemberî êrişan bêdeng nemîne. Çalakî piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Almanyayê bi pêşengiya Meclisa Jinan a Şehîd Ronahî û PYD’ê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin. Kurdistaniyên ku li navenda bajêr li hev civiyan, bang li raya giştî ya navneteweyî û saziyên Ewropayê kirin ku li hemberî êrişan berpirsyarî bigirin.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûdê”, “Bijî berxwedana Eşrefiyê” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li ser navê Meclîsa Şehîd Ronahî hate dayîn de, hate bibîrxistin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi salan in li rûbirûyê dorpêç û êrişan e û wiha hate gotin, “Tevî hemû êrîşan jî jiyana demokratîk, azad û bi hev re diparêzin. Ev êriş rasterast sivîlan hedef digirin û hiqûqa navneteweyî binpê dikin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di serî de Tirkiye hêzên dagirker ên li herêmê tasfiyekirina destkeftiyên li Rojava hedef dikin û wiha hate gotin, “Her êrişa li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî Şoreşa Rojava ye. Bêdengiya li hemberî êrişan şirîkatiya sûc e.

Nûnerê PYD’ê yê Hannoverê jî diyar kir ku gelê Kurd ê li Ewropayê û dostên wan wê li hemberî êrهşan bêdeng nemînin û wiha got, “Em îro ji Hannoverê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dibin deng. Nikarin îradeta gelê me radest bigrin. Berxwedana li Rojava, têkoşîna jiyana bi rûmet ya hemû gelan e.

Piştre peyamên piştevaniyê ya beşdaran û saziyên navneteweyî hatin dayîn. Di dawiya çalakiyê de bang li Almanyayê hate kirin ku berspirsyariyê bigre.